Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya hejmar 2

16:44 - 14 Çirriya paşîn 2022

Em bi mixabinî ve radigihînin ku bi sedema êrîşa mûşekî ya rejîma Komara Îslamî ya Îranê bo ser binke û bargehên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, 2 pêşmerge şehîd bûne û hejmareke din jî birîndar bûne.

“Rêbwar Ebdî”, kadirê biwec yê Hizbê û yê xelkê bajarê Seqizê û “Aso Tewana” pêşmergê nû yê Hizbê û xelkê Bokanê şehîd bûn û ev du şehîdên nû yên hizb û gel in.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi vê boneyê sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarên şehîdên nû yên hizba me, hevrêyên wan û xelkê Kurdistanê. Bi alxahînî ve têkoşîna ji bo maf û rizgariya gelê Kurd li Îranê bê guman heya serketina yekcarî, dê berdewam be û keç û xortên azadîxwaz ên nîştiman dê bi têkoşîn û xebatê tola şehîdên xwe hilînin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Hêza Pêşmergê Kurdistanê

23ê Xezelwera 1401an a Rojî