Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkarî: “Roja 26ê Xezelwerê girevgirtina giştî bi rê ve binin û piştî nîvro jî xwenîşandanê bikin”

22:21 - 14 Çirriya paşîn 2022

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê, derheq mûşekbarankirina binkeyên hizbên Rojhilatê Kurdistanê, girevgirtina giştî li Kurdistanê û paşê jî xwenîşandan li dijî rejîma Komara Îslamî ya Îranê daxuyaniyek belav kir.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Em ji dawî hewlên we yên ber bi nemanê ve fam dikin

Bi navê “Jin, Jiyan, Azadî”

Di demekê de ku xelkê azadîxwaz ên Kurdistan û Îranê bi hêz û îradeyeke zêdetir ve xwe amade dikin ku derbasî meha sêyem a şoreşa xwe bibin, Spaha Pasdaran a terorîst careke din êrîşê ser bargehên hizbên Rojhilatê Kurdistanê di nav kûrahiya axa Îraq û Herêma Kurdistanê de kir ku du şehîd û çend birîndar li pey xwe anî.

Niha jî em û hemû xelkê Kurdistan û Îranê li dîmenên hewla bê encama we ya dawî temaşa dikin. Niha ne em û xelkê Kurdistan û Îranê, belkî hûn bi xwe jî alxahîn in ku divê yên ku teslîm bibin û ji nav herin hûn in, ne îradeya xelkê serhildêr yên Îranê. Hûn dizanin ku bargehên Hizbên Kurdistanê di nav dilê xelkê Kurdistanê de ne û her mal, kolan, tax û hemû bajar û gundên Kurdistanê çeper û binke û bargehên me ne. Xelkê Kurd ne ji mûşek û dironan ditirsin û ne jî şoreşa wan bi van êrîşên tirsonek tê xelitandin.

Em di wê rewşê de daxwazê dikin ku:

Yekem, divê xelkê serhildêr yên Îran û Kurdistanê roja 26ê Xezelwera 1401an a Rojî, weke destpêka meha sêyemîn a şoreşê, ji sibê heta nîvro gireva giştî bigirin û piştî demjimêr 4ê piştênîvro jî, bi xwenîşandanên tund û girseyî pêşwazî li meha sêyemîn a şoreşa jin, jiyan, azadiyê bikin.

Duyem, di heyama du mehên şoreşê de, 12 rojan bazariyên Kurdistanê di grevê de bûn û bazariyên Kurdistanê barê giran yê şoreşê hilgirtine ser milê xwe. Her lewma di pêxema bihêztirkirina yekîtiya hemû gelên Îranê de, em daxwazê li hemû alî, kesayetiyên siyasî yên Îranê û hemû çalakvanan, komîteyên taxan ên Îranê û hemû wan kesan dikin ku li wê heyamê û di wê şoreşê de ku rola wan hebûye, di meha sêyem ya şoreşê de jî, bilî bihêztirkirina xwenîşandanan, bi hemû hêz û şiyanên xwe ve hewlê bidin ku bazarên bajarên mezin û karkerên kargehên pîşesazî tevlî grevê dibin. Ev yeka ne tenê yekrêziya tevahiya gelên Îranê bihêztir dike, belkî me ber bi pêngaveke mezin ya serkevtina dawiya şoreşê ve nêzîk dike.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê

23ê Xezelwera 1401an a Rojî

14ê Çiriya Paşîn a 2022an.