Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PSKê bi weşana daxuyaniyekê êrîşa mûşekiya rejîmê şermezar kir

10:15 - 15 Çirriya paşîn 2022

Partiya Sosiyalîst a Kurdistan-Bakur (PSK) di daxuyaniyekê de êrîşa mûşekî ya Spaha Pasdaran a terorîst ya roja Duşemî 14ê Çiriya Paşîn a 2020an bo ser binkeyên hizbên Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir.

Deqa daxuyaniyê wiha:

Spaha Pasdaran a Îranê carek din baregehên hizbên Rojhelatê Kurdistanê (HDKÎ û Komele) yên li Koyê û Silêmanîyê bombebaran kir. Di encama van erîşan da heta niha du kes hatine şehîdirin û 8 kes birîndar bûne.

Em wek PSKê van êrîşên Îranê yên li ser  hizbên Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.  Serxweşîyê dibêjine partiyên Rojhelatê Kurdistanê û ji kesên birîndar re şîfa xêrê dixwazin.

Rejîma Xwînrij a Îranê li hemberê serhildana gelên Îranê ya rewa û girseyî ketîye tengasiyê û dixwaze bi van êrîşên hanê bala ji hundir bikişîne derveyê Îranê. Ev êrîş nîşaneya qelsbûna rejîma kevneperest e.

Herwisa desthilatdariya li Îranê bi êrîşên li ser kampên partiyên Rojhelat yên li Koye û Silêmaniyê serweriya axa Herêma Kurdistanê û Îrakê binpê dike, mafê navneteweyî tune hesab dike.

Em carek din bangê li Hikumeta Bexdayê, Neteweya Yekbûyî û hemî dezgeyên navneyeweyî dikin da ku li hember êrîşên hovane yên rejîma Îranê derkevin û pêşî destdirêjiya li hember partiyên Rojhelatê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê bigirin.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-Bakur