Kongreya Neteweyên Îrana Federal, Şêwreya Demokrasîxwazên Îranê û Hevpeymanî ji bo Azadî û Wekheviyê li Îranê derheq êrîşa mûşekî ya rejîma Îranê daxuyaniyek belav kirin.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Daxuyaniya derheq êrîşa mûşekbarana navendên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê
Xelkê xebatkar ên Îranê, demjimêr 8:45ê sibeha îro Duşemî 23ê Xezelwera 1401an a Rojî, Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê careke din hemû yasayên navnetewî û mafên mirovî binpê kirin û navend û bargehên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi mûşekan kir bi armanc.
Di vê êrîşa mûşekî de, ku bilindahiyên Herêma Kurdistanê jî kir armanc, 2 pêşmergên Hizba Demokrat şehîd bûn û çend pêşmerge jî birîndar bûn.