Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanên Urmiyê bi hezaran tiraktên banghêjiyê ji bo xwenîşandanê belav kirin

11:15 - 15 Çirriya paşîn 2022

Ciwanên bi hest û şoreşgêr yên bajarê Urmiyê, duh şev bi awayekî berfireh tiraktên banghêjiyê ji bo xwenîşandan seranserî belav kirin.

Şeva Duşemî bo ser Sêşemî, ciwanên Urmiyê bi awayekî berfireh zêdetir ji çend hezar tiraktên banghêjiyê bo xwenîşandanê belav kirin.

Di wan tiraktên banghêjiyê de hatiye ku ji bo rojên 24, 25 û 26ê Xezelwerê tevlî xwenîşandna seranserî bibin.

Di wê banghêjiyê de hatiye nivîsîn: “Wê carê jî wek çileya Jîna Emînî di Seqizê de, wek xwenîşandana bihêz di Kerecê de û wek Îna Zahidanê, bi hemû hêzeke mirovî ve xwenîşandanan berfireh bikin. Ew xwenîşandane li ser hemû xelkê wacib e.”

Wan ciwanan nivîsîne: “Îro rojê me pêwîstî bi yekîtiya Turk û Kurdan di Urmiyê de heye û werin em îsbat bikin ku em hemû digel hev in.”

Ev çalakiya xelkê xwebexş yên bajarê Urmiyê di “felekeya Badikan, taxa Îslam Abad, şehreka Welîesr, Destpêka Şimalî, Şêx Tepe, Ostadan û Gereciho” û çendîn cihên din ên bajarê Urmiyê de hatine belavkirin.