Wezareta Derve ya Amerîkayê bi tundî êrîşên rejîa Îranê yên mûşekî û dironî yên bo ser axa Herêma Kurdistanê şermezar kir û ragihand, “em li kêleka hevpeymanên xwe yên li Bexda û Hewlêrê ne.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê “Ned Price” di daxuyaniyekê de êrîşên berdewam ên rejîma Îranê yên bo ser axa Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir.
“Ned Price” diyarî kir, Îran bi awayekî berdewam û bê şermane serweriya axa Îraqê binpê kiriye û daxwaz ji rejîma Îranê kir, êrîşên xwe bo ser axa Herêma Kurdistanê û Îraqê rawestîne û gefên zêdetir li dijî yekîtiya axa Îraqê nexwe.