Partiya Kedkar û Rencberên Kurdistanê di daxuyaniyekê de êrîşên mûşekî yên rejîma Îranê bo ser Hizba Demokrat û Komelaya Zehmetkêşan ya Kurdistanê şermizar kir.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Mixabin bo cara çendê, roja 14ê Çiriya Paşîn a 2022an, binkeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li “Koyê” û binkeyên Komeleya Zehmetkêşan li “Zirgwêz”ê û deverên sînorî bi diron û topan ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatine bordomankirin û qurbanî li pey xwe anîn. Em wê êrîşê bi tundî şermizar dikin.
Bi hêceta êrîşkirin bo ser opozisyonên Îranê, serweriya axa Îraqê û Herêma Kurdistanê tê binpêkirin ku dûr e ji nerît û cîranetî û yasayên navdewletî; hewce ye bi zûtirîn dem ew êrîşane bên sekînandin ku bûne sedema nearamiya siyasî û deverê; erkê hikûmeta Îraq, Neteweyên Yekgirtî û hevpeymana ne ku rêgirî bikin ji dubarebûna êrîşên wiha, û serweriya axa Îraqê û Herêma Kurdistanê bê berçavgirtin.
Silav bo canê paqij yên şehîdan û em hêviya başbûnê bo birîndaran dixwazîn.