Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê mijûlê dariştîna pîlana êrîşkirinê bo ser Erebistanê ye

11:03 - 2 Çirriya paşîn 2022

Nûçegihaniya “Associated Press” belav kiriye ku Erebistanê hin zaniyarî bi berpirsên Amerîkayê re dane ku dide xuya renge rejîma Îranê di demek kin de êrîşê ser Erebistanê bike.

Nûçegihaniya “Associated Press” belav kiriye, ku di 10ê Xezelwerê de 3 berpirsên Amerîkayê bi vê nûçegihaniyê re ragihandine ku Erebistanê hejmarek zaniyarî bi berpirsên Amerîkayê re dane û pêka wan zaniyariyane, rejîma Îranê pîlana êrîşkirin di demek kin de bo ser Erebistanê heye.

Berpirtsekî Erebistanê jî bi Nûçegihaniya “CNN”ê re gotiye ku Erebistanê zaniyariyên li derheq rengehiya êrîşekê bo ser Erebistanê bi Amerîkayê re dane, lê hûrdekariyên vê êrîşê nehatine baskirin.

Herwisa berpirsekî Amerêkayê gotiye ku balafirên şer ên cora “F22” ên Amerêkayî li Erebistanê, amadeyê bersivdan bi her êrîşekê ne.

Herwisa Berdevkê Wezareta Derva ya Amerêkayê “Ned Price” bi tekezî ragihandiye: “Amerîka di her rewşekê de berevanî ji berjewendiyên xwe û hevpeymanên xwe dike”.

Erebistanê li derheq rengehiya vê êrîşê de gotiye ku rejîma Îranê bo rakêşana bala hizra giştî ji xwenîşandanan bo aliyeke dinê ve, renge wî kiryarê bike.