Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi awayekî seranserî man girtin

12:37 - 15 Çirriya paşîn 2022

Di çend rojên derbasbûyî de ji aliyê navendê siyasî, kom û girûpên cuda yên medenî, siyasî û civakî, çalakvan û tex û qatên cuda yên civakê ve banghêjî û daxuyaniyên cuda bo rojên 24, 25, 26ê  Xezelwerê hatine belavkirin ku bi her awayekî ku îmkan hebe li hember rejîmê serkevin û berxwe bidin.

 

Lewma îro Sêşemî 24ê Xezelwerê carek din bazarî û dukandarên bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî seranserî mangirtin û dukan û bazarên xwe bi nîşana nerizayetiyê li derheq cinayetên rejîmê daxistin.

 

bajarên weke: “ Urmiye, Seqiz, Bane, Merîwan, Kamêran, Mehabad,Guktepe,Bokan,Pîranşar,Ciwanro,Dîwandere,Şino,Sine,Kirmaşan, Riwanser, Dêwolan” bi daxistina dukan û bazarên xwe mangirtin û bersiva daxuyanî û banghêjiyên hatinî belavkirin dan.

 

Herwisa ji aliyek din bazariyên bajarên Îranê jî mangirtin.

Bajarên weke: “ Tewrêz, Meşhed, Genava, Esfehan, Tehran, Erak, Şîraz” û çendîn bajarên din man girtin û dukan û bazarên xwe daxistin.