Encûmen Serokirdayetiya Partiya Serbestî a Kurdistanê di daxuyaniyekê de êrîşa Spaha Pasdaran a terorîst bo ser axa Herêma Kurdistanê şermezar kir.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Welat, sazî, korr û komên mirovdost yên cîhanê
Partî, alî û saziyên Kurdistaniyan
Mixabin em dîsan guhdar û temaşeçiyê nûçeyên cinayetkar yên Komara Îslamî a Îranê bin, ku ji rêya mûşek û dronên taybet yên xweteqîner yên Komara Îslamî a Îranê, bo ser binkeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê ku, di encamê de mixabin du şehîd û 8 birîndar hebûn.
Yaku cihê mixaniyê ye di heyama wan dehan salan de, vê rejîma cinayetkar bi bi awayek berdewam êrîş dike ser gelê Kurd û Kurdistanê û serweriya axa welatên cîran binpê dike û em di astê cîhanê de tenê guhdarê şermezarkirinê dibin û bi bê ti pêngaveke bikiryar yên navdewletî.
Êrîşên rojên 28`ê Îlon û 14`ê Çiriya Paşîn a 2022an, zelal û eşkere ye ku Îranê dixwaze bi vê mebestê çavên kamerayan û bala xwenîşandanên Kurdistan û cîhanê, bo cinayetên wiha rabikêşe û çavên wan li ser xwenîşandanên navxwe dûr bixe. Bi alxahînî ve, ew senaroyaye jî weke yên berê rastî şikestê tên û heta bandora berdewambûn bo berfirehkirina dengê nerizayetiyan zêde dike. Dubare bo Kurdistan û hemû Îran û cîhanê dide selmandin ku ev rejîma çiqas şeroyî û têkder e.
Encûmena Serkirdayetiya Partiya Serbestî ya Kurdistanê, bi awayekî tund wan êrîşên bo ser binkeyên PDKÎ û Komeleya Zehmekêşana Kuridstanê şermezar dike û sersaxiyê û hevxemiya xwe dibêje xwe hevparê xema wan dizane ji bo şehîdbûna du pêşmergên xebatkar û berxwederên Kurdistanê û hêviya başbûna lezgîn bo birîndaran dixwaze.
Herwisa weke Partiya Serbestî a Kurdistanê, amadeyê her cure alîkariyek û piştevaniyekê ne bo xwîşk û birayên xwe yên di nav hizbên Rojhilatê Kurdistanê de û nemaze di vê rewşa xerab de ku bo wan hatiye pêş.
Biherife rejîma dagîrker û cinayetkar ya Komara Îslamî ya Îranê.
Ber bi pêş ve bo eniyek an hevdengiyekê, bi lezgîn bo partî û aliyên Rojhilata nîştimana me.
Encûmena Serkirdayetiya Partiya Serbestî ya Kurdistanê
14`ê Çiriya Paşîn a 2022`an