Welatê Kanada û Almaniyayê êrîşa mûşekî ya Spaha Pasdaran a terorîst bo ser binkeyên hizbên Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir.
Balyozê Kanada yê li Îraqê “Girîgorî Galîgan”, di twîttekê de, tevî şermezarkirina êrîşa Spaha Pasdaran bo ser axa Herêma Kurdistanê, nivîsî: “Ev êrîş serweriya Îraqê binpê dike, jiyana xelkên sivîl dixine metirsiyê û tiştekî ji bo çareserkirina daxwazên rewa yên xelkên Îranê bo guherînan nakin.”
Hevdem, Konsulxaneya Giştî ya Almanya li Hewlêrê, di twîttekê de, êrîşên rejîma Îranê şermezar kirin û got: “Weke Îlona îsal, em daxwazê ji Îranê dikin, rêzê li serwerî û tendirustiya axa Îraqê bigire. Pêwîst e êrîş yekser bêne rawestandin.”
Spaha Pasdaran a terorîst duh 14ê Çiriya Paşîn a 2022an bi çendîn mûşekan êrîşê ser binkeyên hizbên Rojhilatê Kurdistanê kir ku du pêşmergên PDKÎ hatine şehîdkirin û çend pêşmerge jî birîndar bûn.