Îro Sêşemî 24ê Xezelwerê, li hejmarek zêde ji zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwenîşandan kirin û xwandekarên serhildêr bersiva bangewazî û daxuyaniyên cuda yên ku bo rojên 24, 25, 26ê Xezelwerê ji aliyê navend û kom û girûpên siyasî û medenî û civakî ve hatibûne belavkirin, dan.
Li zêdetir ji zanîngehan de îro serhildan berdewam bû.
Li çendîn zanîngehên Tehranê yên weke Bihêştî, Elame, Zanist û lêkolîn, Emîrkebîr, Şerîf, Muderis, Perdîs, Teknîkî, Sore, Xace Nersîredîn, zanîngeha Sinê, zanîngeha Razî ya Kirmaşanê, zanîngeha Gîlan, zanîngehên Esfehanê, Mazenderan, Yezid, Qezwîn, zanîngeha Nûşîrewan ya Babûlê û çendîn zanîngehên din li dijî rejîmê û cinayetên wê li hember zanîngehên xwe xwenîşandan kirin.