Kurdistanê nikare xwe rizgar bike”.
Heyeta Siyasî-Birêveberî ya Partiya Çep a Îranê(Fedaiyanê Xelq) bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku rejîma Îranê bi bombebarankirina binkeyên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê nikare xwe rizgar bike.
Di vê daxuyanuyê de hatiye: “Em li ser vê baweriyê ne ku berfirehiya xebata gelên Îranê bi silogana “Jin, Jiyan, Azadî” ku piştevanîkirina bi milyonan kesî li nav xwe û li welatên derve bo aliyê xwe rakêşaye, Komara Îslamî bi qasekî xistiye tengaviyan ku derbasbûna dem bi ziyana xwe dibîne û kiryara hov bo bizivandin û zêdetirkirina tundûtîjiyan e. Rejîm dixwaze xelkê bo meydana tundûtîjiyan rakêşe da ku bikare bo bikaranîna çek li hember tundûtijyan digel serhildêran, hincetekê peyda bike.
Di dawiya daxuyaniyê de hatiye: “Em rêz ji xweragirtina Partiyên Rojhilatê Kurdistanê digrin ku bi berteknîşandanên hewce û bi cih, heta niha pîlanên rejîmê pûç kirine, û em radigihînin ku piştevanê Hizbên dost û şoreşger ên Rojhilatê Kurdisdtanê, bi dijî bêdadiya Komara Îslamî ne û mil bi milê hevdu bo herifandina vê rejîmê dê şoreşa xwe bidomînin.
Partiya Çep a Îranê(Fedaiyanê Xelq) tevî şermezarkirina kiryara rejîma Îranê ragihandiye ku, ew hovîtiyên han ne ku Komara Îslamiya Îranê rizgar nake, belkî bendê sêdarê li stûyê vê rejîma zordar û gendel zêdetir dişidîne.