Duh şev 23ê Xezelwerê, xelkê netirs û qehriman ên Rojhilatê Kurdistanê li piraniya bajaran de serhildan kirin û heta direngê şevê di nav qad û kolanan de bûn û li dijî rejîmê silogan dan. Lê bi sedema gullereşandina rasterast a hêzên rejîmê çendîn serhildêr hatine şehîdkirin.
Li bajarê Kirmaşan, Îlman, Sine, Merîwan, Qurwe, Ciwanro, Riwanser, Dêwolan, Kamêran, Bokan, Seqiz, Bane, Mihabad û Urmiyê, xelk rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîmê serhildan kirin.
Di wan bajaran de xwenîşandan gelek tund bû û şer û pevçûn di navbera hêzên rejîmê û xelkê de qewimî. Di encama gullereşandina hêzên rejîmê de kesek bi navê Fuad Mihemedî temen 38 salî û xelkê gundê “Mawyan” yê ser bi bajarê Kamêranê hate şehîdkirin.
Li bajarê Sineyê jî, di nav serhildana xelkê li dijî rejîmê de du kes yên bi navê “Zaniyar Ellamuradî û Îsa Bîglerî” ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine şehîdkirin.
Di nav xwenîşandana duh şev li bajarên Rojhilatê Kurdistanê de bi dehan kes jî hatine birîndarkirin.