Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fuad Mihemedî ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîmê şehîd bû

10:37 - 16 Çirriya paşîn 2022

Şeva Sêşemî rêkevta 24`ê Xezelwerê li bajarê Kamêranê di berdewamiya xwenîşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê de, Fuad Mihemedî bi teqeya rasterast ya hêzên cinayetkar yên rejîmê şehîd bû.

Fuad Mihemedî temen 38 salî û xelkê gundê “Mawyan” yê ser bi bajarê Kamêranê ye ku, bi teqeya rasterast ya hêzên cinayetkar yên rejîmê hatiye şehîdkirin.

Pêka zanyariyên belavbûyî her di berdewamiya xwenîşandanan de, duh şev li Kamêranê hejmarek xwenîşanderên din jî bi sebeba teqeya hêzên cinayetkar yên rejîmê, bi dijwarî birîndar bûne.