Di berdewamiya xwenîşandanên seranserî yên li bajarên Îranê duh şev li bajarên weke, Meşhed, Erak, Tehran, Bûşehr, Benderebas, Hormuzigan, Amol, Şîraz, Îsfehan, Zencan, Sarî, Babol û çend bajarên din, serhildêr li dijî cinayet û serkutkariyên rejîmê heta derengiya şevê li ser şeqaman bûn.
Li Zencanê di berdewamiya serhildana seranserî de, serhildêran nîşanên rênvêniyên hatinûçûnê li cih de derxistin û li dijî rejîmê silogan dan.
Li bajarê Erakê serhildêran bi kerb û kînek tund li dijî cinayetên rejîmê rijiyane ser şeqaman û dema ku rastî rêgiriya hêzên serkutkar bûn serhildêrên bihêz û bivêr maşîna hêza polîs agir berdanê.
Herwisa li xwenîşandanên nerizayetî yên li dijî rejîma cinayetkar, li Bilwara Merizdaran aTehranê, serhildêran bi dana silogana “Îsal sala xwînê ye û Xamineyî serinxûne”, heta derengiya şevê li ser şeqaman bûn.
Li bajarê Sarî jî serhildêran wêneya Xomeynî û Xamineyî ya li ser avahiya Navçeya du ya bajarvaniyê dirandin.