Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandana li Îran û Kurdistanê/ li Dêhloranê rejîmê hêzên sînorî bo serkutê anîne

11:07 - 2 Çirriya paşîn 2022

Çil û şeş şev bi ser serhildana seranserî li Îran û Kurdistanê derbas bû û hêzên rejîmê bi hemû awayekî xelkê serhildêr tepeser dikin.

Duh şev 10ê Xezelwerê li bajarê Dêhlorana Rojhilatê Kurdistanê xelk rijiyane ser şeqaman û li dijî herifîna rejîmê serhildan kirin.

Li Dêhloranê xelk li ser şeqaman bûn û li dijî rejîmê siloganan didin.

Hêzên rejîmê kêmiya hêz heye û ji hêzên sînorî ji bo serkuta xelkê Dêhloranê mifah vergirtin.

Li bajarê Îlamê xelkê silogana “bê xîret” dan û ev heta direngî şevê li ser şeqaman bûn.

“Mirin bo Xamineyî”, silogana xelkê taxa Tehran-Pars a bajarê Tehranê bû û xelkê kerb û kîna xwe li dijî rejîmê nîşan dan.

Li şeqameke bajarê Tehranê hêzên serkutkar ên rejîmê rijiyane ser serê ciwanekî û bi hemû şêweyekê kutan, paşê jî teqe jê wî kirin.

Li şehreka Êkbatana Tehranê hemûyan bi hev re silogana “mirin bo dîktator” gotin.

Her li şehreka Êkbatana Tehranbê, hêzên rejîmê wiha li dijî xelkê teqe kirin û di dîmenekê de ku hatiye belavkirin, bikirêgirtiyên rejîmê dibêjin, “emê asayişê ji we bigirin. Ev kare ji bo me wekî lîstokê ye.”

Duh 10 Xezelwerê, li bajara Tehranê xelkek zêde xwenîşandan kirin û silogana “bazariyên xwedî xîret netirsin û em hemû bi hev re ne” dan.

Bi giştî, duh şev di gelek bajarên din ên Îran û Kurdistanê de serhildan li dijî rejîmê hebû.