Xortên şoreşger ên bajarê Pîranşarê peyamek rû bi dukandar û bazariyên wî bajarî belav kirin û xelkê bajar ji pîlaneke rejîmê agehdar kirin.
Xortên şoreşger ên bajar ragihandine ku, rejîma Îranê di rojên bê de pîlana vê yekê heye ku bi encamdana kerên kirêt sîmaya Hizbên Kurdan xirab bike.Rejîm dixwaze di her şeqamekê de hejmarek dukanên welatiyan bişewitîne û piştre propagendeyê bike ku Hizbên Kurdan ew kiryar encam dane.
Xortên şoreşger ên bajarê Pîranşarê tevî egehdarkirina xelkê ji vê pîlana rejîmê, ji xelkê daxwaz kirine ku bo parastina darayî û tiştên xwe, di rojên 24, 25 û 26ê Xezelwerê de ji vekirina dukanan xwe biparêzin û bi daxistina dukanên xwe li dijî rejîmê tevlî mangirtinê bibin û nerizayetiyê lidar bixin.