Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Bajarê Kamêranê de tevî rewşa ewlehî xelkê serhildêr xwenîşandanek berfireh lidar xistin

17:16 - 16 Çirriya paşîn 2022

Piştî şehîdbûna “Fuad Mihemedî”, xelkê bajarê Kamêranê rijiyane ser şeqaman û hêzên serkutker ên rejîmê teqe li xwenîşanderan kirin di encamê de çend kes ji xelkê wî bajarî birîndar bûne.

Îro Çarşemî 25`ê Xezelwerê, bi hezaran kes ji xelkê Kamêranê di taziya şehîd “Fuad Mihemedî” de beşdarî kirin û beşek din ji xelkê wî bajarî rijiyane ser şeqaman û tevî amadebûna hêzên serkutkerên rejîmê di şeqaman de li dijî rejîma Îranê siloganên “Bimre dîktator û şehîd namirin” dan.

Tevî birêveçûna taziya şehîd “Fuad Mihemedî” xelkê serhildêr şeqamên bajar daxistin û agir berdane tekeran û hêzên serkutker ên rejîma Îranê teqe li xelkê kirin û serhildêr bi keviran bersiva wan dan û di navbera serhildêran û hêzên serkutker de şer û pevçûn derket û pêka girte vîdiyoyên belavbûyî, çend kes jî birîndar bûne û serhildan di şeqaman de didome.