Malbata şehîd “Îsmaîl Dizwar” û xelkê Kurdperwer yên bajarê Seqizê bi belavkirina bangewaziyekê bo çileya şehîd “Îsmaîl Dizwar” li roja Pêncşemî 26ê Xezelwerê ragihandine: “Ji bo çileya şehîd “Îsmaîl Dizwar”, demjimêr 3ê piştînîviro li ser tirba wî şehîd Kurd li goristana “Ayçî” ya bajarê “Seqiz”ê amade din û digel şehîdên xwe peymanê nû dikin û rêz ji şehîdên xwe digirîn.”
Di wê bangewaziyê de ku hatiye belavkirin hatiye: “Kurdistan rêz ji şehîdên xwe digire.”
Roja Yekşemî 17ê Rezberê hêzên rejîma Îranê termê şehîd “Îsmaîl Dizwar” ku di bin îşkenceya hêzên rejîmê de hatibû şehîdkirin, radestî malbata navbirî kirin.
Navbirî di bin îşkenceya hêzên rejîmê de hatibû şehîdkirin