Îro Çarşemî 25ê Xezelwerê, termê du şehîdên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê yên bi navên “Rêbiwar Ebdî” û “ Aso Tiwana” ku di encama êrîşên mûşekî û bombarankirina binkeyên PDKÎ de şehîd bibûn, bi beşdariya endamên rêberî, berpirsên leşkerî, kadr û pêşmergên PDKÎ li goristana şehîdên hizbê bi axê hatin spartin.
Di rêûresima bi axspartina termê wan du şehîdan de endamê rêberiya PDKÎ “Mistefa Mewlûdî” gotarek pêşkeşî amadebûyan kir.
Di dawiyê de amadebûyan digel rê û rêbaza şehîdan peyman nû kirin.
Roja Duşemî, 23ê Xezelwerê Spaha Pasdaran a terorîst bi binpêkirina sînorên Herêma Kurdistanê carek din binkeyên PDKÎ kir bi armanc û di encamê de du pêşmerge şehîd bûn û hejmarek pêşmerge jî birîndar bûn.