Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendekaran li 25`ê Xezelwerê, serhildan domandin

17:48 - 16 Çirriya paşîn 2022

Di çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de xwendekaran xwenîşandan kirin û bi siloganan serkuta hovaneya rejîmê şermezar kirin û li dijî binyata rejîmê silogan dan.

Di bajarê Sineyê de xwendekarên zanîngeha Zanist a Pizîşkî xwenîşandanek berfireh lidar xistin û li dijî rejîmê silogan dan.

Di bajarê Tehranê de, xwendekarên zanîngeha Berq û Kampiyûter a zanîngeha “Xwace Nesîr” xwenîşandan kirin û li dijî rejîmê silogana “xwendekar bê bêbeşkirin, zanîngeh dê bêne daxistin” dan.

Herwisa zanîngeha Azad a bajarê Abadanê jî xwenîşandan kirine.

Di bajarê Zahidanê de jî, dersxwanan piştî dawiya waneyên xwe rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîmê silogana “bimre dîktator” dan û ew jî dîmena wê xwenîşandanê ye.

Di zanîngeha “Cundî Şapûr” a bajarê Ehwazê de jî bi 100an xwendekar xwenîşandan kirin û silogana “xwendekarê xwedî xîret piştevanî piştevanî” dan.

Di berdewamiya xwenîşandanan de xwandekarên zanîngeha Pizîşkiya bajarê Şîrazê xwenîşandan lidar xistin û hêzên serkutker jî li ber deriyê wê zanîngehê kom bûn û hewla binçavkirina xwendekaran dan, lê, xwendekar bi piştevanîkirin ji hev wê hewla hêzên rejîmê pûç dikin.

Herwisa xwendekarên zanîngeha Şîrazê tevlî serhildanê bûn û rijiyane ser şeqaman û rû bi hêzên serkutker ên rejîmê silogana “bê şeref bê şerf” dan.

Di bajarê Tewrêzê de xwendekar li kilasên waneyan de amade nebûn û di wê dîmena zanîngeha Azad a bajarê Tewrêzê de tê dîtin ku di navbera hêzên serkutker û xwendekaran de şer û pevçûn diqewime û xwendekar bi silogana “Bimre dîktator û bê şeref bê şeref” bersiva hêzên rejîmê didin.

Herwisa zanîngeha Azad a bajarê Tewrêzê de xwandekaran silogana “Jin, Jiyan, Azadî” dan.

Li bajarê Tehranê de dersxwanên xwendingeha “Kaşanî” xwenîşandan kirin.