Nûçegihaniya Feransê belav kiriye ku Amerîka û Troîkaya Ewropayê li dijî rejîma Îranê biryarnameyek nû bo şermezarkirina Îranê seba hevkarînekirin digel Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, bo vê Ajansê şandine.
Nûçegihaniya Feransê roja Çarşemî 25`ê Xezelwerê belav kiriye ku Amerîka û 3 welatên Ewropayê yên beşdar li Bercamê anku “Feranse, Alman û Birîtaniya”yê, di biryarnameyek nû de bo şermezarkirina rejîma Îranê seba hevkarînekirina rejîma Îranê digel vê Ajansê û nedana bersiva serast û hewce li derheq 3 navendên neragihandiyên rejîmê, bo vê Ajansê pêşniyarek nû şandine.
Pêka wê biryarnameya Amerîka û Troîkaya Ewropayê, ji Şêwreya Hukam daxwaz kirine ku bi erêkirina biryarnameyekê, ji rejîma Îranê re bê daxwaz kirin ku bi lezgînî, li derheq çavkaniya Uraniyoma peydabûyî li 3 binkeyên navkî yên rejîmê, rohnkirinan bide.
Herwisa wan hêzan bi tekezî daxwaz kirine ku, rejîma Îranê bê hederdana dem, divê bi lezgînî bersivê bide û bo hilgirtina mînakan, îzna destpêragihîştin bi navendên navkî û alavên wan bide.
Herwisa Şêwreya Hukam jî li derheq hevkarînekirina hewce ya rejîma Îranê, nigeraniya xwe daye zanîn.