Êvareya îro Çarşemî 25ê Xezelwerê, xortek serhildêr yê bi navê “Burhan Keremî” di nava kombûnên welatiyên bajarên “Kamêran”ê li hember mala şehîd “Fuad Mihemedî” de bi sedema teqeya hêzên rejîma Îranê hat şehîdnkirin.
Duh şev jî, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê 3ê xortên din yên serhildêr yên bi navên “Fuad Mihemedî” li bajarê “Kamêran”ê û “Îsa Bêglerî” û “Zaniyar Elamuradî” li bajarê “Sinê” hatine şehîdkirin.
Ji duh şev ve heta niha çar serhildêrên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine şehîdkirin.