Duh Çarşemî 25`ê Xezelwera 1401`an, li bajarên Îranê yên weke, Amol, Babol, Şîraz, Gorgan, Tehran, Tewrêz, Gonbenda Kavûs, Qadiravaya ser bi parêzgeha Fars, Ehwaz, gundê Fîşûr a Farsê, Kiyanparis a Ehwazê, Ebher, Sebizvar, Mazenderan, Qa`êmşehr, Erak, Golşehra Kerecê, Hingoye ya Hormozganê, Meşhed, Şehrekara Fars, Benderebas, Abdanan, Îsfehan, Fûladşehra Îsfehanê, Me`alî a Şîrazê, Zencan, Îzeya Xûzistanê, gundê Kişmek a Hormozganê û hin bajarên din yên Îranê serhildêrên bivêr û şoreşger li dijî serkutkarî û cinayetên rejîma Axûndî heta derengiya şevê li ser şeqaman bûn.
Duh şev li bajarê şehreka Welîesir a Tewrêzê xelk rijyane ser şeqaman û bi dana siloganên weke, “Îsal sala xwînê ye û Seyîd Elî serinxûne û mirin bo dîktator”, li hember hêzên cinayetkar yên rejîma hov berxwedanî kirin.
Rejîma zarokkuj duh şev li Îzayeya ser bi bajarê Xûzistanê êrîşî ser serhildêran kirin û di encama teqeya hêzên cinayetkar yên rejîma de, Kiyan Pîrfelek temen 10 salî bi goleya şerî şehîd kirin.
Li bajarê Sebizivarê jî xelkê serhildêr heta derengiya şevê li ser şeqaman bûn û bi keviran li hember hêzên serkutkar yên rejîmê de berxwedanî kirin.
Herwisa li bajarê Bêhşer a Mazenderanê jî keç û xortên serhildêr, li hember teqeya hêzên cinyatekar yên reîjmê rawestan û bi hilkirina agir rêyên bajêr asteng kirin û li dijî besîcan silogana, “Besîcî azadî, azadî” dan û çepik lêxistin.
Li Îkbatana Tehranê jî, keç û xortên şoreşger bi molotofan êrîşî ser hêzên cinyatekar yên rejîmê kirin û silogana “Bîşeref, bîşeref û netirsin netrisin em hemû bihevre ne” dan.
Li gundê Fîşor a ser bi bajarê Şîrazê, keç û xortên serhildêr li ser rêyên nav gund agir hilkirin û destê hevdu girtin û silogana “Jin, Jiyan, Azadî” dan.