Şeva Çarşemî 25`ê Xezelwerê li bajarê Bokanê, hêzên serkutkar yên rejîma xwînmij sê xortên bi navên “Salar Micawir” temen 30 salî, “Esed Rehîmî” temen 30 salî û “Mihemed Hesenzade” temen 28 salî di pêvajoya serhildana seranserî ya bajarên Kurdistan û Îranê de bi golleyên şerî şehîd kirin.
Salar Micawir xwediyê barînameya Karnasiya fekulteya Mê`imariyê bûye.
“Mihemed Hesenzade” berî tevlîbûn bi xwenîşandanan, li ser rûpela tora civakî ya Îstgrama xwe nivîsîbû: “Dibe ku îro roja dawiya jiyana min be” bo bexteweriya netewe ye.
Herwisa, serhildêrên bajarê Bokanê li ber deriyê mala şehîd “Salar Micawir” kombûn û heta derengiya şevê bi kerb û kînek zêde, li dijî rejîma cinayetkar silogana “Şert be tolhdin û Şehîd namirin” dan.
Herwisa serhildêran di xwenîşandanan de silogana “Mirin bo dîktator û Jin, Jiyan, Azadî”dan lê hêzên serkutkar û hov yên rejîma cinayetkar bi golleyên şerî teqe ji serhildêran kirin û di encamê de sê xortên bivêr û xwedî îrade şehîd kirin.