Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îbrahîm Ehmedî birayê Fereşte Ehmedî îdiayên rejîmê red kir

11:23 - 2 Çirriya paşîn 2022

Îbrahîm Ehmedî birayê “Fereşte Ehmedî” yek ji qurbaniyên xwenîşandanên 5ê Xezelwerê li Mihabadê, di peyameke vîdyoyî de îdiayên rejîma Îranê ya ku gotibû navbirî di nav xwenîşandanê de nehatiye kuştin, red kir.

Ev di vê girte vîdyoyê de dibêje: “Xwişka min ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve hat gulebarankirin û li ser banê malê hate şehîdkirin. Hin nûçe belav bûne ku me sikala tomar kiriye, na me sikala tomar nekiriye, nûçe hatine belavkirin ku li wir xwenîşandan çê nebûne, Ez van hemû nûçeyan red dikim û xwişka min ji aliyê rejîma Komara Îslamî ve hat şehîdkirin.

Roja Pêncşemî 5`ê Xezelwerê, Ferîşt Ehmedî xelka Serdeştê û rûniştiyê bajarê Mihabadê, di dema xwenîşandanan de bi teqeya hêzên ewlehî yên rejîma Îranê hate şehîdkirin.