Şeva Çarşemî 25`ê Xezelwerê hêzên serkutkar yên rejîma xwînmij tenê li bajarê Bokanê di heyam du şevan de 4 xortên bi navên “Salar Micawir” temen 30 salî, “Esed Rehîmî” temen 30 salî, “Mihemed Hesenzade” temen 28 salî û “Saman Qadirbêygî” di nav serhildana seranserî ya bajarên Kurdistan de şehîd kirin.
Herwisa du şev ber niha hêzên serkutkar yên rejîma Îslamî, li bajarê Kamêranê êrîş kirine ser xwenîşanderan û bi gulleyên şerî teqe ji wan kirin ku di encamê de “Fuad Mihemedî” û “Burhan Keremî”, şehîd kirin.
Herwisa li bajarê Seziqê jî duh şev xelk rijyane ser şeqaman û li dijî serkutkarî û hovîtiyên rejîmê xwenîşandan kirin lê, hêzên zarokkuj yên rejîmê bi gulleyên şerî teqe ji xwenîşanderan kirin û di encamê de nûciwanê bi navê “Daniyal Paybendî” temen 16 salî şehîd kirin.
Li Kurdistanê di heyama du şevan de hêzên cinayetkar yên rejîmê li ser hev 10 xwenîşander şehîd kirine
Di nava 63`ê rojên serhildana li Kurdistanê de 67 welatiyên Kurdistanê şehîd bûne.
9 ji wan di bin 18 salî de ne.