Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di 26`ê Xezelwerê de serhildan li Rojhilatê Kurdistanê berdewam bû

14:55 - 17 Çirriya paşîn 2022

Li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê, serhildêran xwenîşandan kirin û li çileya şehîdan li bajarê Sineyê û di rêûresma bi axspartina şehîd “Mihemed Hesenzade” li bajarê Bokanê xelk rijiyane ser şeqaman.

Roja Pêncşemî 26`ê Xezelwerê, bi hezaran kes ji xelkê serhildêrê Bokanê li rêûresma bi axsipartina şehîd “Mihemed Hesenzade” li goristana wî bajarî de beşdarî kirin û piştî bi axspartina şehîd “Mihemed Hesenzade” rijiyane ser şeqaman û xwenîşandanek berfireh lidar xistin û pêka zaniyariyan çend caş jî di vê xwenîşandanê de kutane.

Xelkê serhildêrê bajarê Mihabadê tevî ku tev dukan û bazarên bajar daxistine, bi hezaran kes bi maşînan û bi pêyan bo beşdarî li taziya şehîd “Mihemed Hesenzade” ber bi bajarê Bokanê meşyan.

Herwisa li bajarê Sineyê de jî di çileya şehîdên azadiyê li wî bajarî, xelk çone ser tirba şehîdan û xwenîşandanek berfireh lidar xistin, serhildêran siloganên “Jin, Jiyan, Azadî, em dê tola şehîdan hildin, bimre dîktator” dan.

Îro Taxa îlahiye ya bajarê Kirmaşan û xelkê bajarê Dêhgulan, û Ciwanroyê jî tevlî mangirtinê bûn û bazar û dukanên xwe daxistin.

Herwisa li bajarê Bokanê jî, xelk ber deriyê şaredariyê kom bûn û bi keviran avahiya şaredariyê xistin.