Di 26`ê Xezelwerê de, çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê tevlî mangirtinê bûn û dukan û bazarên xwe daxistin û li çend bajaran de jî ji çend rojên derbasbûyî ve mangirtin berdewam in.
Di bajarên Kurdistanê ên wek bajarên “Serdeşt, Qurwe, Mihabad, Bane, Pîranşar, Dêhgulan û Kirmaşanê” de xelkê dukan û bazarên xwe daxistin û tevlî mangirtinê bûn.
Di taxa “Îlahiye” ya bajarê Kirmaşanê de, ji duh ve mangirtin berdewam bûye û îro jî beşek din ji dukandar û bazariyên wê taxa Kirmaşanê bazar û dukan daxistin û tevlî mangirtinê bûn.