Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Lêbihorîn a Navnetewyî li derheq cezaya îdamkirina serhildêran bi rejîma Îranê re hişdarî da

15:17 - 17 Çirriya paşîn 2022

Saziya Lêbihorîn a Navnetewyî di daxuyaniyekê de Hişdarî daye ku gefa îdamkirinê li ser 21 kes ji serhildêrên binçavkirî li Îranê heye û rejîma Îranê îdamkirinê wek alavekê bo serkutkirinê bi kar tîne.

Saziya Lêbihorîn a Navnetewî di daxuyaniyekê de tevî hişdarîdan bi rejîma Îranê daye zanîn ku rejîma Îranê ji sepandina cezaya îdamkirinê bo ser serhildêrên binçavkirî, wek alavek bo serkutkirina zêdetir a xelkê nerazî bi kar tîne û ji rejîma Îranê daxwaz kiriye ku cezayên sepandî hilveşîne.

Herwisa vê saziyê ji Saziya Neteweyên Yekgirtî daxwaz kiriye ku dawî bi parastîbûna berpirsên rejîma Îranê bîne û biryara cezadana wan bide.

Di daxuyaniya vê saziyê de hatiye ku “Berpirsên Îranê li pey îdamkirina zêdetir ji 21 kesan di dadgehên sexte de ne ku bikarin bi tirsandina xelkê, ji amadebûna wan di xwenîşandanên ser şeqaman û tevlîbûna wan bi şoreşê rêgirî bikin”.

Pêka rapora vê Saziya Navnetweyî, welatên endam li Şêwreya Mafê Mirov a Saziya Neteweyên Yekgirtî, divê sîstemek çalak bo lêkolîn û bersivdanê ava bikin ku di wê yekê de rejîma Îslamiya Îranê li derheq binpêkirina mafê jiyan û mafên din ên mirovî, neçar bi bersivdanê bike.