Îro Pêncşemî 26`ê Xezelwerê xelkê bajarê “Sinê” mil bi millê bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê li dijî dagîrkerê welat hemaseyan di afirînin.
Xelkê Serhildêr û bivêr yên bajarê “Sinê” îro di çileya 4 şehîdên wî bajarî yên bi navên “Daryûş Elîzade, Peyman Mênberî, Mihemed Emînî û Yehya Rehîmî” ku di serhildanên sernaserî yên bajarên Rojhilatê Kurdistanê li roja 16`ê Rezberê ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîmê ve hatibûn şehîdkirin li ser tirba wan li goristana “Biheşta Mihemedî” a bajarê “Sinê” kombûn û bihevre li dijî rejîmê silogana “Kurdistan Kurdistan goristana faşîstan” dan, û digel şehîdan peyman nû kirin.
Ji aliyek din ve, di nava bajarê “Sinê” bixwe de jîkeç û xortên serhildêr Kurdistan bi kiriyar kirine goristana faşîstan û bi agir rêyên nava bajar girtin û pêşî ji hatinûçûna hêzên hov yên rejîmê girtin.
Herwisa lawên şoreşgêr êrîşkirine ser maşîna yek ji bikirêgirtiyên rejîmê û şewitandin û ew bikirêgirtî jî gihandin cizaya kar û îxanetên xwe.
Dubare her li bajarê “Sinê” dukandaran mil bi milê şoreşgêran dukan û bazarên xwe daxistin û di mangirtinên xwe de ku ev heyama 3ê rojane heye berdewam bû.