Îro Pêncşemî 26`ê Xezelwerê li bajarê “Bokan”ê welatiyên serhildêr tevî vê yekê ku bi dehan kes li rêûresima bi axspartina şehîdên şeva derbasbûyî “Mihemed Hesenzade, Salar Mucawir, Esed Rehîmî û Saman Qadirbêgî” de, beşdarîkirin û bi beşdariyek bê mînak rê nedan ku hêzên rejîmê termê şehîdên Kurdistanê bi awayekî bêdeng û bi bê beşdariya xelkê bi axê bispêrin û li ser şeqaman jî amade bûn.
Pêka dîmenan li bajarê “Bokan”ê serhildêran êrîşkirine ser bajarvaniya wî bajarî û kontirolkirin û ji aliyek din jî, firotingeha mezin a bi navê “Ofuq Kurûş” ku girêdayî bi Spaha Pasdaran a terorîst e, şewitandin û ji navbirin.
Ji aliyek din bi agir rêyên nava bajar giritin, û herwisa hatiye belavkirin ku êrîşkirine ser mal û maşîna bikirêgirtiyekê rejîmê û maşîna wî têkşikandine û ew bikirêgirtî gihandine cezayê kar û îxanetên xwe.
Herwisa pêka zanyariyan hêzek zêde ji bajarên derdorê bajarê “Bokan”ê bo wî bajarî veguhastine.
Ji aliyek din ve jî hatiye belavkirin ku di navbera xelkê û hêzên rejîmê şer û pevçûn berdewame bûye û heta dema belav bûna vê nûçeyê kesek li bajarê “Bokan”ê hatiye şehîdkirin, lê, hêj nasnameya wî rohn nebûye.
Tevî wan hemû hemaseyan mangirtina dukandar û bazariyan di 3`emîn roja xwe de li wî bajarî berdewam e.