Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê şehîd Salar Mucawir: Min kurê xwe pêşkeşî axa Kurdistanê kir

16:17 - 17 Çirriya paşîn 2022

Îro Pêncşemî 26`ê Xezelwerê di rûresima bi axspartina termê şehîd “Salar Mucawir” de xelkê bajarê “Bokan”ê ku bi dehan kes beşdar bûn bavê wî şehîdî li ser tirba kurê xwe rû li xelkê Kurdistanê û xelkê ku li wir amadebûn ragihand ku: “Rohndikên min nayên xwarê, we kurê min pêşkêşî axa Kurdistanê kir, lê, temenayê dikim bila êdî kêm yek bikujîn bila kêm xwîşk û birayên xwe bikujîn” hevdem digel gotinên bavê şehîd “Salar”de welatiyên amadebûyî li dijî caşan ku xortên gel dikujin silogan dan.

Şeva derbasbûyê hêzên rejîm givaşek zêde xistibûne ser malbata şehîd “Salar Mucawir” ku divê bi awayê şevane û bê deng bi axê bisipêrin, lê, bavê navbirî ragihandibû ku heta sibê rê nadim ti kes nêzî termê kurê min be û bi beşdariya xelkê dê bi axê sipêrim.

Navbirî di dawiya gotinên xwe de dibêje: Ez şanaziyê bi we dikim û “Salar” heta niha kurê min bû, lê, hina şûnda kurê we ye.