Îro roja Înê 27ê Xezelwera 1401an a Rojî, li bajarê Mihabadê bi hezaran kes di rêûresma bi axsipartina şehîd Azad Husênpûr de beşdarî kirin û li dijî rejîmê silogan dan.
Xelkê Mihabadê termê şehîd Azad Husênpûr danîne ser milê xwe û hemûyan bi hev re got “şehîd namirin.”
Di wê rêûresma bi axsipartinê de xelkê hemûyan bi dengek bilind gotin: “Qasimo Qasimlo rêya te berdewam e.”
Xelkê Mihabadê li ber deriyê mirîşûriyê sirûda “Ey Şehîdan” xwandin.
Xelkê Mihabadê silogana “Jin, jiyan, azadî, caş bes e gewadî” dan.
Bi hezaran kes li nav goristana bajarê Mihabadê bûn û hemûyan bi hev re gotin “şehîd namirin.”
“Daye megirî bo roleyê xwe, şert be emê hildin tolê”, eva silogana xelkê Mihabadê ye û şehîd Azad dibin bi axê bispêrin û wiha dibêjin.
Şehîd Azad Husênpûr duh şev 26ê Xezelwerê di nav serhildana seranserî li bajarê Mihabadê bi gulleyên serkutkarên rejîma zarokkuj a Îranê hate şehîdkirin.