Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tewrêz; Dayîka şehîdeke serhildêrê nehêla axûnd bê ser tirba wê û telqînê bike

11:41 - 18 Çirriya paşîn 2022

Roja 25ê Xezelwera 1401an a Rojî, di nav xwenîşandana bajarê Tewrêzê de keçek bi navê “Aliyar Heqî” bi gulleyê rejîmê hate şehîdkirin.

Îro rêûresma bi axsipartina wê bi amadebûna xelkê Tewrêzê bi rê ve çû û xelkê wir hemûyan bi hev re li dijî rejîmê û rêberê rejîmê silogan dan.

Xelkê wir di silogana xwe de gotin: “Mûçe bo çaşan û caş bo kuştin”.

Di nav rêûresmê de ku axûn beşdar bûn û xwastin di dema bi axsipartina wê keça şehîd de telqînê bikin, dayîka wê îzin neda ku li ser termê keça wê telqînê bikin û xelkê jî silogan dan û gotin “axûnd divê wunda bin”.

Xalê şehîd Ayilayê di peyameke dengî de rohnkirinê zêdetir dane û dibêje: “Ayila 25ê Xezelwerê bi gulleyên saçmeyî hatiye şehîdkirin.”