Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amar; li Îran û Kurdistanê 381 xwenîşander hatine şehîdkirin

11:51 - 18 Çirriya paşîn 2022

Navenda nûçeyî ya komek ji çalakvanên mafê mirovî li Îranê (Hêrana), dawî amara şehîdên serhildana seranserî li Îran û Kurdistanê belav kiriye û daye zanîn ku zêdetir ji 60 rojan de, li 26 Xermananê heta 26 Xezelwerê, 381 xwenîşander hatine şehîdkirin.

Wê navenda mafê mirovî daye zanîn, di nav wê amarê de 57 zarok ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine şehîdkirin.

“Hêrana” belav kiriye ku heta niha 16088 xwenîşander ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin ku tenê nasnameya 2,097 kesan rohn bûye.

“Hêrana” daye zanîn ku hejmara bajarên Îran û Kurdistanê yên ku serdhildan kirine, 146 bajar in.

Wê navendê daye zanîn ku di 140 zanîngehan de, xwendekaran xwenîşandan kirine.