Xelkê Mihabadê piştî rêûresma bi axsipartina Azad Husênpûr, rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîma dîktator xwenîşandna kirin.
Ciwanên Mihabadê di nav şeqaman de bi keviran senger çê kirine û li dijî rejîmê sekînandine.
Xelkê wir dibêjin “emê hemû derê kontirol bikin û divê em hemû piştevanê hevdu bin ji bo azadbûn û rizgariya yekcarî.”
Duh şev li bajarê Mihabadê di nav xwenîşandana ciwanên serhildêr de, serhildêrek bi navê “Azad Husênzade” bi gulleyên şer yên hêzên rejîmê hate şehîdkirin.