Îro Înê 27ê Xezelwerê welatiyên gundê “Nenele” yê girêdayî bajarê “Sinê” piştî nimêja Înê digel pêşnimêjê wî gundî bi dana siloganên dijî rejîmê çûne ser goristana wî gundî û digel şehîdên Kurdistanê peyman nû kirin.
Xelkê piştî vê yekê li dijî rejîmê silogana mirin bo dîktator dan.
Şeva derbasbûyî termê şehîdek Kurdistanê ku bi teqeya hêzên rejîmê hate şehîdkirin, yê bi navê “Aram Hebîbî” li wî goristanî bi axê hatibû sipartin.