Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serhildêran roja Înê 27ê Xezelwerê li Belûçistanê

16:53 - 18 Çirriya paşîn 2022

Di hemû bajarên parêzgeha Belûçistanê de xelk rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîmê silogan dan û şer û pevçûn di navbera hêzên serkutker ên rejîmê û xelkê de qewimî û şehîd û birîndar hene.

Di bajarên “Dizap, Îranşehr, Xaş, Teftan, Nûkabad, Aşar, Çabihar, Cikîgor, Rask, şehrê Pêşîn a girêdayî bajarê Raskê û li bajarê Serawan”ê xelk rijiyane ser şeqman û di piraniya wan bajaran de xelkê şeqam girtine destê xwe û hêzên serkutker ên rejîmê bi gulleyên şer û saşmeyî teqe li xelkê serhildêr kirin ku di encamê de kesek li bajarê Îranşehrê şehîd bû.

Herwisa di bajarê Xaşê de jî çendîn kes bi gulleyên saçmeyî yên hêzên rejîmê hatine birîndarkirin û hêzên rejîmê di çendîn bajarên wek Dizap û Xaşê de li ser banan û fermandariyê hêzên nîşançî cihgîr kiribûn.

Tevî rewşa ewlehî ya tund li parêzgeha Belûçistanê, hevdem digel xelkê serhildêr ên Kurdistanê, xelkê serhildêr li ser şeqaman bûn û di her bajarekî de bi hezaran kesî beşdarî şoreşa azadiyê kirin.