Di çileya şehîdê azadiyê “Daryûş Elîzade” li bajarê Dîwanderye de xelkê têkoşerê wî bajarî beşdarî li çileya wî şehîdî kirin û li ser tirba wî sirûda “Ey Şehîdan” sitrandin û digel rêbaza wî şehîdî soza xwe nû kirin.
Roja Înê 27ê xelzelwerê, bi beşdariya sedan kes ji xelkê bajarê Dîwandereyê, rêûresma çileya şehîd “Daryûş Elîzade” li ser tirba wî şehîdê hate lidarxistin û xortên wî bajarî bi hilgirtine wêneyên wî şehîdî li ser tirba wî kom bûn û soza xwe digel rêbaza şehîdan nû kirin.
Herwisa di bajarê sineyê de jî li çileya şehîdên azadiyê li wî bajarî li goristana “Biheşta Mihemedî” ya bajarê Sineyê de, şer û pevçûn di navbera hêzên ewlehî û leşkeriyên rejîma Îranê digel xelkê beşdar ên vê reûresmê qewimî û hêzên rejîmê bi awayê rasterast û bi gulleyên şer teqe li xelkê kirin, lê xelkê ew neçar bi paşekêşiyê kirin û rêûresma çileya şehîdên azadiyê domandin.