Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê man girtin/ Li Sineyê jî xwenîşandan dest pê kir

11:57 - 2 Çirriya paşîn 2022

Di bajarên Sine, Seqiz û Merîwanê de xelkê dukan û bazarên xwe daxistin û man girtin, herwisa di bajarê Sineyê de jî xwenîşandana serhildêran dest pê kiriye.

Îro roja Çarşemî 11ê Xezelwerê, tevî birêveçûna mangirtin li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, xelkê bajarê Sineyê rijiyane ser şeqaman û li dijî binyata rejîma Îranê silogan dan û wan serhildêran siloganên wek “Kurdistan-Kurdistan goristana faşîstan, bimre dîktator, bimre Xamineyî û gelê xwedî xîret piştevanî piştevanî” dan.