Îro roja Înê 27ê Xezekwerê di dema bi axsipartina termê şehîd “Xefûr Mewlûdî” ku şeva derbasbûyî li bajarê Bokanê bi teqeya hêzên hov yên rejîmê hatibû şehîdkirin kurê wî “Yûsif Mewlûdî” li ser tirba bavê xwe ku sedan kes amade bûn, rû li xelkê Kurdistanê û xelkê amadebûyî ragihandin ku: “Em weke malbata şehîd serbilind in û şanaziyê pêve dikin û şehîdbûna bavê min bo min bo bira û xwîşk û dayîka min dibe sedema gurttirbûna bîr û hizir û hesta me ya netewî û emê domkerê rê û rêbaza şehîdên Kurdistanê bin”.
Herwisa navbirî di beşek din a gotinên xwe de ragihand ku “ez di dema vergirtina termê bavê xwe de rastî lêdan û bêrêziyê hatim, û ez weke “Yûsif Mewlûdî” bi eşkere radigihînim ku bikujê bavê min rejîma Îranê ye.”
Di dema gotinên wî kurê şehîd de amadebûyan silogana “Bijî Hizba Demokrat” dan.
Hêjayê baskirinê ye ku navbirî di gotinên xwe de îşare bi vê yekê kir ku hêzên rejîmê li Kurdistanê dagîrker in, lewma bi gulleyan bersiva xelkê didin, lê li Tehranê faşîst e lewma bi batoman bersiva xelkê dide.
Eva Kurdistane carna bav li ser tirba kur û keçên xwe digel rê û rêbaza şehîdan peyman nû dikin carna jî kur li ser tirba bavê xwe.