Xelkê bajarê “Mehabad”ê îro Şemî 28`ê Xezelwerê, bi amadebûna dehan kesan termê şehîdê “Mêhran Ehmedî” ku şeva derbasbûyî bi teqeya hêzên rejîmê hat şehîdkirin li goristana gundê Qalvê ya ser bi wî bajarî bi axê sipartin.
Xelkê amadebûyî bi dana siloganên weke: “Jin, Jiyan Azadî, Şehîd namire”û siloganên dijî rejîmê termê şehîd “Mêhran” bi axa Kurdistanê spartin.