Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Termê şehîd Kemal Ehmedpûr bi beşdariya xelkê bi axê hat spartin

12:19 - 19 Çirriya paşîn 2022

Îro Şemî 28`ê Xezelwerê termê şehîd “Kemal Ehmedpûr” bi beşdariya dehan kesan li bajarê “Mehabad”ê bi axê hat spartin.

Şehîd “Kemal Ehmedpûr” şeva derbasbûyî 27`ê Xezelwerê bi teqeya bikirêgirtiyên rejîmê hat şehîdkirin.

Welatiyên amadebûyî li ser tirba wî bihevre silogana “Qasimlo Qasimlo rêya te berdewame” dan.