Li bajarê Mehabadê xelkê serhildêr piştî bi axspartina termê du şehîdên xwe rijiyane ser şeqaman û bi girtina rê û kolanan xwenîşandanên xwe berdewam kirin.
Xwenîşanderan alaya Kurdistanê bilind kirin, li dijî rejîmê û cinayetên wê û caş û bikirêgirtiyan silogan dan.
Hejmarek zêde ji caş û bikirêgirtiyên rejîmê û hêzên ewlehî û leşkerî bo tepeserkirina welatiyan di nava bajar de hatibûne cihgîrkirin.
Herwisa pêka hin zanyariyan li ser esmanê wî bajarî dronan bo nasîn û vîdiyo girtin ji xelkê serhildêr tedigeriyan.