Agadarî û rohnkirin li derheq komek pêyçên biguman
Ev heyameke ku li ser torên civakî yên weke Îstigram û Telegiramê komek pêycên biguman yên weke “Jashgeer” û çend pêycên din ku bi navên bajarên Kurdistanê avakirine û bi mebestên cuda û biguman, navên hin kesan weke caş û sîxor belav dikin. Ev pêycên han digel belavkirina navê hejmarek kirêgirtiyên ser bi hikûmetê, mixabin navên çendîn kesên naskirî û dilsoz jî bi neheqî belav kirine û xelk li dijî wan kesên naskirî û dilsoz tûj kirine.
Her piştî vê di heyama hefteya derbasbûyî de li ser wan pêycan çend sikala gihiştin destê me, xelkê Kurdistanê agedar dikin ku, naveroka wan pêycan bi ti awayî ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve û ti organeke vê Partiyê nayê pejirandin û nav anîna bi wî awayî û tohmetbartkirin û ter û hişk bihevre şewtandin, di siyaseta Partiya Demokrat de tune ye. Gumana vê yekê heye ku, pêycên wiha ji aliyê dezgehên ewlehî yên rejîma Komara Îslamî a Îranê ve tên weşandin, ev jî bi mebesta afirandina aloziyan û gorîkirina kesên naskirî yên civakê û herwisa ji rê derxistina şoreşa rewa ya xelkê Kurdistanê hatibin avakirin, her ji ber vê yekê jî, ji xelkê Kurdistanê daxwaz dikin ku bi ti awayî bawerî bi wan pêycan nekin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Navenda Ragihandinê
28`ê Xezelwera 1041`an
19`ê Çiriya Paşîna 2022`an