Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarên Kurdistanê xwenîşandanên seranserî di 65`emîn roja xwe de berdewam e

12:59 - 19 Çirriya paşîn 2022

Îro Şemî 28`ê Xezelwerê di 65`emîn roja serhidana seranserî ya xelkê Kurdistan û Îranê de, xelkê bajarên Mehabad û Dîwandere rijyane ser şeqaman û li dijî serkutkarî û civayetên rejîma Îslamî xwenîşandan kirin.

Herwisa li bajarê Mehabadê serhildêran sirûda “Xwîn dirêjim bo firmêskên xem” li ser bilendgoyan belav kirin.

Li bajarê Dîwandere, xelkê serhildêr rijyane ser şeqman  û bigotina “Bijî pêşmerge” li hember golleyên hêzên rejîma cinayetkar ya Îslamî de rawestan.