Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîwandere: 3 welatî di pêvajoya xwenîşandanên seranserî de şehîd bûn

16:15 - 19 Çirriya paşîn 2022

Îro Şemî 28`ê Xezelwerê di pêvajoya xwenîşandanên seranserî yên Kurdistanê de 3 ciwanên lenheng ên Kurdistanê bi destê hêzên serkutkar yên rejîma Îslamî şehîd bûn.

Ciwanên şoreşger yên li bajarê Dîwandere ku bi destê hêzên terorîst yên rejîma Îranê şehîdbûne wiha: Cemişîd Fetihî, Hebîbula Fetihî, Fûlad Salarî û Îbrahîm Sedirî, Ezîz Muradî jî birîndarin lê rewşa wan xerab hatiye ragihandin.

Her di vê pêwendiyê de ciwanên şoreşger yên Dîwandere bi kerb û kînek zêde li hember hovîtiyên hêzên xwînmj yên rejîmê berxwedanîkirin û çendîn cihên girêdayî rejîmê agir berdanê.