Xwandekarên zanîngeha “Kurdistan”ê ya bajarê “Sinê” îro Şemî 28`ê Xezelwerê bo piştevanîkirin ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê ku serhildan têde berdewam in û rojane çendîn xortên me tên şehîdkirin li zanîngehê serhildan û li dijî rejîmê xwenîşandan kirin.
Xwandekaran di hewşa zanîngehê de wêneya “Qasim Silêmanî” yê terorîst anîne xwarê û şewitandin û herwisa li dijî rejîma melayan silogan dan.
Herwisa li zanîngehên bajarên Îranê jî xwandekarên zanîngehên “Tehran, Tewrêz,Gîlan, Esfehan, Şîraz” û çendîn zanîngehên bajarên Îranê li dijî rejîma dictator a Îslamî ya Îranê xwenîşandan kirin.